Henîyye: Nablus, bi xwîna şehîdên xwe rêya îzzet û şanazîyê xêz dike

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Biroya Sîyasî ya Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS), got ku Nablus, bi xwîna şehîdên xwe rêya îzzet û şanazîyê xêz dike.

Ekleme: 25.10.2022 11:55:29 / Güncelleme: 25.10.2022 11:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Henîyyeyê derheqê qetlîama ku ji teref rejîma îşxalker ve li Nablusê hat kirin de daxuyanî da, bal kişand ku ev fedakarîya ku tê nîşandan ew ê li Şerîaya Rojava xeyn ji geşbûna dewrîmê wê ji tiştekî dinê re xêra wî tinebe û ew ê rejîma îşxalker jî ji ev cînayetên xwe poşman bibe.

Henîyye, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku hêza Hêlîna Şêran hêzeke qasî mezinahîya Filistînê ye, cihê hevdîtina hemû berxwedanê ye û roja xwîn û yekîtîya ku sibê roj li Filistînê were ye û ev tişt jî di dema dê de wê zêdetir bibe.

Di encama êrîşên rejîma îşxalkeran a ku di nîvê şevê de li Nablusê kir de, 5 Filistînî şehîd bûn, li gorî daneyên Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê 5 jê giran 22 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ji şehîdan yek jî Vedî' El-Huhê ji fermandarên Hêlîna Şêran bûye.

Xeyn ji van îro di seatên serê sibê de jî di encama êrîşa ku rejîma îşxalker li Gundê Salîh Pêxember ê ku li bakura Ramallahêye kir de Qusay Muhammed Et-Temîmîyê Filistînî jî şehîd bû. (ÎLKHA)