Rejîma îşxalker a sîyonîst êrîş li Nablusê kir: 5 şehîd, 5 jê giran 22 birîndar

Di operasyonên ku ji teref rejîma îşxalker a Siyonîst ve li Şerîeya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye hat kirin de 4 filistînî li Nablusê û filistînîyek jî li Ramallahê şehîd bûn.

Ekleme: 25.10.2022 08:25:33 / Güncelleme: 25.10.2022 08:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa bi navê rejîma îşxalker a Siyonîst li ser xalên cuda yên Şerîeya Rojava ya hatîye îşxalkirin êriş pêk anîn.

Rejîma îşxalker a siyonîst di êrîşa Nablusê de wesayitek hedef girt û 4 Filistînîyan şehîd kirin. Hat diyarkirin ku cenazeyên şehîdên di wesayîtê de hatine şewitandin.

Hat ragihandin ku piştî ku li Nablusê piştî ferqkirina artêşa rejîma îşxalker a Siyonîst hat kirin de pevçûn derket û 5 ji wan giran 22 filistînî birîndar bûn.

Nablus di 12ê cotmehê da hatibû dorpêçkirin, piştî ku leşkerekî siyonîst di 11ê cotmehê da li nêzî yekîneya cihûya neqanûnî "Şaveî Şomron" a li bakurê Şerîeya Rojava hat kuştin.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku di encama şewata ku di serdegirtinên li Ramallahê de derket de Filistînîyek şehîd bû. (ÎLKHA)