Mele Beşîr Şîmşek: Divê ji isleha civakê re di malbatê de bê destpêkirin

Mele Beşîr Şîmşekê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê got ku, “Kê dibe bila bibe ku dixwaze civakê islah bike divê mitleqe ji malbatê dest pê bike û malbatê bi exlaqa Îslamê lêbike.”

Ekleme: 22.10.2022 14:05:09 / Güncelleme: 22.10.2022 14:05:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mele Beşîr Şîmşekê ku di Hevdîtina Aliman a 7emîn yê ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve hatibû tertîpkirin de roportajê da weha got, “Dema ferdên ku ji Îslam, exlaq û sînorên terbîyeyê dûr bikevin, civak jî xera dibe û helaq dibe. Divê em hemûyan di meseleyê de seferber bibin. Gerek rayedaran jî wext winda nekin ku pêşîya xebatên ku ji bona islahkirina malbatê tên kirin vebikin.”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de weha got, “Wek ku tê zanîn di demên dawîn de xebatên ku ji bona malbatê, ciwakê û nesl bên xerakirin tên kirin. Tê xwestin ku neslên me ji Îslamê, exlaqê û sînorên terbîyeyê bên dûrxistin. Ji bona ku ciwanên me, qîzên me û zarokên me ji Îslamê bên dûrxistin xebat tên kirin. Ev xebatên ku tên kirin bi zanayî tên kirin û ev tişt jî êrîş in. Ev gavan gavên herî talûke ên ku civaka Misilman ji holê rabikin in. Çîmkî malbat, toximê civakê ye, kevirê bingeh e. Bingeha civakê malbateke saxlem e lê belê ev kesan dixwazin ku malbatê hilweşînin û xera bikin.”

“Lazim e ku zarokên me bi edeba Îslamê bên perwerdekirin”

Şîmşek, “Dema ferdên ku ji Îslam, exlaq û sînorên terbîyeyê dûr bikevin, civak jî xera dibe û helaq dibe. Bila haya me ji ev tiştê hebe. Bi taybetî gerek alimên me, dê û bavên me û kesên wek me ên ku hessasîyeta wan ji Îslamê re heye xwedî ji malbat û zarokan re derkevin. Divê ku dê û bav di vê warê de bên hişyarkirin. Lazim e ku zarokên me bi edeba Îslamê bên perwerdekirin û bi Quran û sinnetê bên mezinkirin. Divê em hemûyên di vê warê  de seferber bibin. Gerek rayedaran jî wext hinda nekin û pêşîya xebatên ku ji bona islahkirina malbatê tên kirin vebikin.”

Şîmşek axavtina xwe weha domand:

“Em hemûyan di xuyangên bêexlaq ên ku di kolanan da ne aciz in û qebûl nakin. Hinek ciwanên me ketine nav avzêlên tiryakê. Ji xwe bêîffetî serê xwe rakirîye çûye. Dema ku kehnî paqij be ew ê tiştên ku ji wê kehnîyê derkevin jî paqij bin. Ji ber vê yekê ye ku gerek dê û bav wezîfeyên xwe bikin, zarokên xwe li gorî exlaqa Îslamê biexlaq bikin, qasî ehemmîyeta ku dê û bav ji dinya û dibistana zarokên xwe re didin divê ku perwerdehîyên wan ên menewî jî ewqas ji xwe re bikin derd. Gerek alimên me jî di vê warî de wezîfeyan bigrin, seydayên me jî di mizgeftan de zarokan perwerde bikin û heta ku dibe jî pêşîya van tiştan bê vekirin.”

“Kesê ku dixwaze civakê isleh bike gerek ku ji malbatê dest pê bike”

"Mixabin rêyên wêrankirinê bi qasî ku ji destê me tê zêde bûne û her rêyên ku zirarê bide zarokên me berfirehtir, hêsan kirin û erzan kirin." Şîmşek axaftina xwe weha bi dawî kir:

“Ev rewş malbatê jî tesîrdar kirîye, di navbera dê û bavan de jî hizur nemaye. Ji ber vê yekê kê dibe bila bibe kesên ku dixwaze civakê isleh bike lazim e ku ji malbatê dest pê bike û wan bi exlaqa Îslamê lêbike. Seydayên me jî mitleqe zarokan bikşînin mizgeftan, ji wan re dersa Quranê bidin, wan bi exlaqa Îslamê bidin exlaqkirin, dê û bavên wan jî di vê çarçoveyê de teşwîq bikin. Nexwe ti kes ji nesla ku xera bûye nikaribe îstîfade bike. Ji serê hemû kesan re polêsek an jî leşkerek jî bê hêştin Xwedê mihafeze dîsa jî ti kes nikare bi wan serî derkeve.” (ÎLKHA)