“Hevdîtina Aliman a 7emîn” li Diyarbekirê dest pê dike

"Hevdîtina Aliman a 7emîn" ya ku ji teref Yekitiya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve tê tertîpkirin ew ê du roj bidome.

Ekleme: 15.10.2022 09:05:33 / Güncelleme: 15.10.2022 09:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hevdîtina aliman a ku bû 7 salan e tê tertîpkirin, îsal jî di 15-16ê Cotmehê de tê tertîpkirin.

Bername di seat 10.00an de bi xwendina Qurana Pîroz dest pê bike, dûre jî bi temaşeya sînevîzyonê bidome.

Axavtina vekirina bernameyê wê Mele Enwer Kiliçarslanê Serokê Yekitiya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) bike.

Bernameya ku bi axavtina Dr. Mewlewî Zebîhullah Mûcahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê bidome, ew ê bi axavtina dor bi dor yên alimên ku ji welatên cuda û Tirkîyeyê beşdarî bûne ve bidome.

Ev hevdîtina ku ji sala 2015an heta niha tê tertîpkirin, ji teref beşdarîyên gelek aliman ê di serî de alimên erdnigarîya Kurd ve tê lidarxistin.

Mela Muhammed Ozerê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê derheqê hevdîtina aliman ên ku ji Tirkîye, Îran, Iraq, Sûrîye, Libnan, Efxenistan, Lîbya û Urdinê beşdarî dibin de axivî, “Armanca me ya sereke ji van hevdîtinên ku em ê cara 7emîn li dar bixin, ew e ku alimên erdnîgariya Îslamê bi taybetî jî erdnîgariya kurdan li ser xalên hevpar bînin cem hev. Ji bo kêşeyên heyî yên li alema Îslamê çareserî bên dîtin û di pêşdebirina wê de roleke pêşeng bilîzin. Em ji Xweda Teala hêvî dikin ku ev hevdîtin ji bo pirsgirêk û alozîyên heyî yên alema Îslamê çareserîyê bide." (ÎLKHA)