Li Îranê ji girtîyan re bi minasebeta “Mewlûd-î Nebî” efû

Li Îranê bi helkefta rojbûna Pêxemberê me Hz. Muhammed (Sallallahu Aleyhi Wasellam) ji bo hezar û 862 girtiyan efû an kêmkirina ceza hat dayîn.

Ekleme: 14.10.2022 11:15:36 / Güncelleme: 14.10.2022 11:15:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Seyîd Elî Xamaney, rêziknameya der barê hezar û 862 mehkûman da bi tewsiyeya Serokê Dezgeha Dadweriyê Gulamhuseyîn Muhsîn Eceyî hat qebûlkirin.

Hat diyarkirin ku di biryara ku der barê çend mehkûmên efûkirin û kêmkirina ceza de agahî nehat dayîn, mehkûmên ku ji aliyê Dadgehên Şoreşê, Saziyên Cezayê yên Dewletê û Saziyên Edlî yên Hêzên Çekdar ve hatine cezakirin digire nava xwe.

Ayetullah Xamaney her sal di rojên cejnên dînî û neteweyî û rojên girîng de li ser daxwaza Dezgeha Dadweriya Îranê efûya girtiyan derdixe. (ÎLKHA)



Etiketler: