Li Edeneyê serwîsa karkeran qelibî: 15 birîndar

Li Edeneyê di encama qelibîna serwîsa karkerên febrîqeyê de 15 karker birîndar bûn.

Ekleme: 12.10.2022 11:05:32 / Güncelleme: 12.10.2022 11:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li rêya Tarsûs-Edene-Entab ê ku li rêya Taxa Yildirim Beyazitê tê girêdan pêk hat.

Mînîbûsa serwîsê ya ku di bin kontrola E.A. de bû, ji ber sebebeke ku hêj nediya re ji rê derket û li refûjê qelibî.

Di encama qezayê de 15 kesên ku di nav mînîbûsê de bûn birîndar bûn.

Karkerên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên cuda ê bajêr.

Hat ragihandin ku rewşa E.A. giran e. (ÎLKHA)