Cîhûyîyên sîyonîst ên îşxalker Qûrana Pîroz şewitandin

Rayedarên Filistînê ên ku ji provokasyona şewitandina Qurana Pîroz a ku li El-Xelîlê ji teref şênîyên sîyonîst ên îşxalker ve hat kirin bertek nîşan dan, bal kişandin ku ev hereket ew ê di xelqê Filistînê de bibe wesîleya berxwedaneke mezin.

Ekleme: 11.10.2022 10:45:16 / Güncelleme: 11.10.2022 10:45:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şênîyên îşxalker ên sîyonîst ên ku ji ber Cejna Sukotê li bajara El-Xelîlê li dîwara Mizgefta Kaytunê konan danîn, Qûrana Pîroz qelaştin û şewitandin.

Şêx Hafiz Ebu Sînînayê rayedarê Mizgefta Îbrahîmîyê ji çapemenîya Filistînê re axivî, got ku ji encamên şewitandina Qurana Pîroz a ji teref şênîyên îşxalkeran ve hat kirin, bireveberîya îşxalê mesul e.

Ebû Sînîna, destnîşan kir ku ev êrîşan, ew ê di navbera xelqê Filistînê de bibe wesîleya berxwedaneke mezin, Sînîna bal kişand ku ev êrîş di dema zêdebûna êrîşên li pîrozîyên Îslamê û bi taybetî ji Mizgefta Îbrahîmî ya li El-Xelîlê ye tên kirin hat kirin.

Abdullatîf El-Kanuyê berdevkê HAMASê, di daxuyanîya çapemenîya ku kir de bal kişand ku, şewitandina Qurana Pîroz a ji teref şênîyên îşxalkeran ve, sûceke gemar ê ku gerek bê bersivdayîn û êrîşeke ku ji teref mîlîsên şênîyên îşxalkeran ve  hatîye kirin ku heta niha êrîşeke wek ewakî nehatîye dîtin e. (ÎLKHA)