Berfa ‘ewil a demsalê li Çiyayê Agirîyê barî

Berfa ‘ewil a demsalê li Çiyayê Agirîya ku bi 5 hezar û 137 metre bilindahiya xwe "Banê Tirkiyeyê" tê binavkirin barî. Berf, çiyayên Agirîya Mezin û Biçûk spî kir.

Ekleme: 10.10.2022 16:45:44 / Güncelleme: 10.10.2022 16:45:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çiyayê Agirîyê ku bi bedewiya xwe ya xwezayî, bilindahiya 5 hezar û 137 metre û di pirtûkên pîroz de mijara efsaneyan e, di nav çiyayên herî naskirî yên cîhanê de ye, di her heyama salê de bala geştiyaran dikişîne.

Çiyayê Agirîyê bi cemeda xwe ya qermiçî ku salê 365 rojan di lûtkeyê de ye balê dikişîne.

Di demsala payîzê de bi sarbûna hewayê re li deverên bilind berfê dest pê kir. Çiyayê Agirîya ku lûtkeya herî bilind a Tirkiyeyê ye, bi barîna berfa ‘ewil a demsalê ra spî bû. Berfa ku hem li ser Agirîya Mezin û hem jî li ser Agirîya Biçûk dibariya wêneyekî xweşik çêkir. (ÎLKHA)