Li Îranê di mezinahîya 5,6an de erdhej: Li Wan û Colêmêrgê jî hat hîskirin

Li bajara Xoya ku girêdayê wîlayeta Azerbaycana Raojavaya Îranê ye di mezinahîya 5,6an de erdhejek pêk hat.

Ekleme: 05.10.2022 09:45:37 / Güncelleme: 05.10.2022 09:45:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîya ku di sîteya înterneta Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê hate belavkirin de erdhej, di seat 03.21an de pêk hat.

Hat ragihandin ku erdhej 7 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat.

Li gorî îfadeyan navenda erdhejê 62 kîlometre dûrê navçeya Elbaka Wanê ye.

Derheqê mirî an jî birîndaran de ti agahîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)