Li Edîrneyê du serwîs li hev qelibîn: 20 birîndar

Hat diyarkirin ku li Edîrneyê du serwîsên ku karkerên febrîqeyê tê de bûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 20 kes birîndar bûn.

Ekleme: 28.09.2022 11:35:33 / Güncelleme: 28.09.2022 11:35:33 / Xeberen Kurdi / Edirne Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyan du serwîsên ku li pey hev diçûn li Bûlwara Ataturkê ji ber tesîra mijê li hev qelibîn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)