Li Edeneyê êrîşa çekdarî: 1 mirî

Li navçeya Yuregîra Edeneyê ajokarê motosîkletê yê ku rastî êrîşa çekdarî hat, jiyana xwe ji dest da.

Ekleme: 20.09.2022 12:05:31 / Güncelleme: 20.09.2022 12:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Şehîd Erkut Akbay a navçeya navendî ya Yuregîrê qewimî. Îsmet K.yê ku li Taxa Şehît Erkut Akbayê bi motosîkleta xwe ya plaqeya 01 DDK 42 va diçû, rastî êrîşa kesekî nenas hat.

Îsmet K. bi guleya bi giranî birîndar bû, gumanbar ji cihê bûyerê reviya.

Piştî ku kesên li derdorê agahî dan, ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Îsmet Kyê ku bi giranî birîndar bûbû bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneya taybet û tevî mudaxeleyê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)