Traktora ku ji ‘erda pemûyê dihat qelibî: Şofêrê 14 salî birîndar bû

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê traktoreke ku ji ‘erda pemûyê dihat qelibî, di encama qelibîna traktorê de şofêrê 14 salî birîndar bû.

Ekleme: 19.09.2022 11:15:34 / Güncelleme: 19.09.2022 11:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li alîyê Tepe Îsapinara navçeya Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şofêrê 14 salî yê navê wî R.K. ye, dema ku ji ‘erda pemû vedigere li alîyê Tepe Îsapinara navçeya Bismilê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir.

Traktora ku ji rê derket qelibî. Gundîyên ku qezayê dîtin xeberê şîyandin ji ekîbên tenduristîyê, îtfaîye û cendermeyê re.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Şofêr R.K. piştî midexeleya ‘ewil hat rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)