• DOLAR 32.543
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2408.526
  • ...
Traktora ku ji ‘erda pemûyê dihat qelibî: Şofêrê 14 salî birîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li alîyê Tepe Îsapinara navçeya Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şofêrê 14 salî yê navê wî R.K. ye, dema ku ji ‘erda pemû vedigere li alîyê Tepe Îsapinara navçeya Bismilê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir.

Traktora ku ji rê derket qelibî. Gundîyên ku qezayê dîtin xeberê şîyandin ji ekîbên tenduristîyê, îtfaîye û cendermeyê re.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Şofêr R.K. piştî midexeleya ‘ewil hat rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir