Girtiyê herî dawî yê Efganî yê li Guantanamo hat berdan

Hacı Bashr Noorzaîyê bû nêzê 17 salan e di Girtîgeha Guantanamoya ku “navê xirab” ya Emrîqayê tê zanîn de ye, îro ji rayedarên Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê re hate teslîmkirin.

Ekleme: 19.09.2022 10:55:31 / Güncelleme: 19.09.2022 10:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê daxuyand ku Hacı Bashr Noorzaîyê ku ji teref Emrîqayê ve di Guantanamoyê de dihat girtin hat berdan û îro hat Kabîlê.

Ajansa xebera dewletê ya fermî yê hikumeta Efxen weha got, “Hacı Bashr Noorzaîyê girtiyê herî dawî yê Efganî yê di Kendava Guantanamoyê de bû îro hat berdan û di Balafirgeha Kabîlê de ji rayedarên Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê re hate teslîmkirin.”

Bashr Noorzaî, nêzê 17 salan di girtîgeha Guantanamoyê de hatibû hefskirin. (ÎLKHA)