Li Teywanê di mezinahîya 7,2yan de erdhej pêk hat

Hat destnîşankirin ku li Teywanê di mezinahîya 6,5an de erhejek pêk hat û dû re jî di mezinahîya 7,2yan de erdhejek dinê pêk hat.

Ekleme: 18.09.2022 11:05:32 / Güncelleme: 18.09.2022 11:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî erdhejê ji teref rayedaran ve derheqê tsunamîyê de hişyarî hat dayîn.

Ajansa Meteorolojîya Japonyayê jî, ji bo herêmên Yaeyama û Mîyakojîmaya wîlayeta Okînawayê hişyarîya tsunamîyê da.

Hat tewsîyekirin ku bila mirovên herêmê biçin cihê bilind.

Çapemenîya Teywanê ragihand ku, avahîyek hilweşîya, di îstasyoneke ku li alîyê rojhilatê ye de trênek ji rê derket.

Derheqê mirî an jî birîndaran de hêj tu agahîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)