Li Hîndistanê ji ber barana zêde 2 avahî hilweşîya: 12 mirî

Li bakura Hîndistanê ji ber barana zêde xanî û avahî hilweşîyan, di encama hilweşîna xanîyan de herî kêm 12 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 16.09.2022 13:45:41 / Güncelleme: 16.09.2022 13:45:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedaran gotin ku, dibistanên li Lucknowa paytexta wîlayeta Uttar Pradeshê ku ofîsa meteorolojîyê di nav 24 seatên dawîn de baraneke tundî qeyd kirîye girtîne.

Li herêma Hazratganja wîlayeta Uttar Pradeshê avahîyeke ku karker tê de bûn hilweşîya, 9 kes ji ber hilweşîna avahîyê li cihê bûyerê mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku li bajaroka Unnaoya ku 40 kîlometre li başura Lucknowê ye jî xanîyek ji ber barana zêde hilweşîya û li wê derê jî 3 kes canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)