Li Aydinê di navbeyna du koman de şer: 2 jê zarok 16 birîndar

Di encama şera ku li Aydinê di navbeyna du koman de pêk hat de, ji ber gule berdana ji teref kesekî ve 16 kes birîndar bûn.

Ekleme: 15.09.2022 09:45:32 / Güncelleme: 15.09.2022 09:45:32 / Xeberen Kurdi / Aydın Haberleri
Destek için 

Bûyer, li Kolana Tepeya li Taxa Hacifeyzullaha navçeya Kuşadasiyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbeyna du koman de nîqaşeke ku sedema wê hêj nayê zanîn pêk hat.

Li ser vegerîna nîqaşê ji şerê re, kesek çek derxist û berê derdorê da.

Di encama berdana çekê de 2 jê zarok 16 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku kesên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Kuşadasiyê.

V.O. yê şikdar jî hat binçavkirin. (ÎLKHA)