Êsîr Abdullah Bergusî cara yekem bi malbata xwe re hevdîtinê kir

Abdullah Galîb Bergusîyê ku ji 19 salê zêdetir e di zindanê îşxalkeran de ye û xwedîyê kitêbên "Endazyarê Di Rê De yê 1 û 2" ye, cara yekem bi malbata xwe re hevdîtinê kir.

Ekleme: 14.09.2022 14:05:34 / Güncelleme: 14.09.2022 14:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Abdullah Galîb Bergusîyê ku ji teref îşxalkerên sîyonîstan ve ji bajara El-Bîreya ku li Şerîaya Rojavayê ye di sala 2003yan de hatibû girtin û heta îro di nav zindanên ku tedbîrên wan yên ewlehîyê gelek zêde ye de dihat girtin û di doza Filistînê de yekî navdar e, ji 19 salî zêdetir e jiyaneke êsîrî dijî.

Bergusîyê ku ji teref dadgehên îşxalkeran ve 67 car dûçarê mehkûmîyeta miebbetê û 5 hezar û 200 sal ciza jê re hatîye dayîn, ji teref îşxalkeran ve ji heta roja ku hatîye girtin û îro cara yekem bi malbata wî re hatîye hevdîtinkirin.

Bergusî ji gelek çalakîyên ku li hember sîyonîstan dihat kirin ve tê sûcdarkirin, Bergusî di navbera êsîrên Filistînîyan de yê ku herî zêde di zindanê de maye ye, piştî ev 20 sala ku derbas bûye bi tenê 45 deqîqe tenê ji wî re îzîn hat dayîn ku di pişt demirên girtîgehê de bi malbata wî re hatîye hevdîtinkirin.

Kitêbên ku ji teref Abdullah Galîb Bergusî ve hatine nivisandin;

Endazyarê Di Rê De yê 1

Endazyarê Di Rê De yê 2

Fecra Azadîyê

Filistîn

(ÎLKHA)