Du erebe li hev qelibîn: 5 birîndar

Li ser rêya Wan-Ozalpê erebeyeke tîcarî û erebeyeke dinê li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 14.09.2022 12:10:35 / Güncelleme: 14.09.2022 12:10:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seat 09.00an de li ser rêya Gola Sihkeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatin bidestxistin, erebeya bi plaqeya 13 FA 657 ya ku di bin kontrola M.A. de bû li erebeya bi paqeya 65 AAP 865 yê ku di bin kontrola R.Y. de bû qelibî.

Di encama qezayê de 5 kesên di nav erebeya tîcarî de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayîna mirovan ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Wanê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)