Li Muxlayê qezaya bi zîncîrî: 7 birîndar

Di encama qezaya zîncîrî ya ku li navçeya Seydîkemera Muxlayê pêk hat de yek jê giran 7 kes birîndar bûn.

Ekleme: 12.09.2022 11:05:35 / Güncelleme: 12.09.2022 11:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser rêya Fethîye-Entelyayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 07 APS 40 yê ku di bin îdareya A.A. de bû, li erebeya bi plaqeya 66 DR 788 yê ku di bin îdareya O.A. de bû qelibî û pekîya. Dû re erebeya ku pekîya li erebeya bi plaqeya 07 APS 40 û erebeya bi plaqeya 48 H 4915 qelibî.

Di encama qezayê de şofêrên erebeyan û F.Y. A.Y. E.A. û C. O. Birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristîyê, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku rewşa şofêr A.A giran e. (ÎLKHA)