Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 6 milyon 515 hezar kesan

​​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 6 milyon û 515 hezar û 983 kes mirin.

Ekleme: 11.09.2022 11:10:29 / Güncelleme: 11.09.2022 11:10:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 6 milyon û 515 hezar û 893  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 613  milyon  û  562  hezar û 679  kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser milyonek û  75  hezar kesan.(ÎLKHA)