Karkerê ku bi ceryanê ket canê xwe ji dest da

Li navçeya Xelîlîye ya Rihayê, karkerek dema ku dixebitî bi ceryanê ket û ew karker canê xwe ji dest da.

Ekleme: 10.09.2022 17:30:39 / Güncelleme: 10.09.2022 17:30:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di şantîyeke betonê yê ku li navçeya Xelîlîyeyê ye de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, karker Mehmet Y., di dema ku dixebitîya hêj sedema wê nayê zanîn bi ceryanê ket.

Karkerê ku giran birîndar bû, ji teref karkerên dinê ve hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Mehmet Akîf Înanê. Mehmet Y., li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Cesedê karker, piştî otopsîya ku hat kirin ji malbata wî re hat teslîmkirin.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)