Li Entabê di febrîqeyek de îskele hilweşîya: Mirîyek û 4 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Entabê di encama hilweşîna îskeleya ku di febrîqeyekê de bû de karkerek canê xwe ji dest da û 4 karker jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.09.2022 11:15:34 / Güncelleme: 09.09.2022 11:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di Herêma Senayîya Organîzeya 5emîn a Entabê ku li Başipinara li navçeya Şehîtkamîlê ye pêk hat.

Li gorî îddîayan, di avahîyeke febrîqeya ku hêj di rewşa înşeatê de ye de dema ku karker dixebitin îskeleya polan bi dengekî mezin diweşe.

Karkerên dinê yên ku dengê hilweşîna platformê bihistîn xeberê ji ekîbên 112yê re şîyandin. Li ser xeberdayînê ji febrîqeyê re ekîbên tenduristîyê, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin herêmê piştî girtina tedbîran dest bi xebata xelaskirinê kirin. Ekîbên tenduristîyê diyar kirin ku di bin platforma ku hilweşîya de 5 karker hene û birîndar in.

Hat ragihandin ku ji birîndaran A.Y. (44) digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Karkerên birîndar jî hatin rakirin nexweşxaneyan û rewşa M.Ç jî giran e.

Tehqîqata ku derheqê qezayê de hatibû destpêkirin hêj berdewam dike. (ÎLKHA)