Emrîqayê îşxalker di sînora Tirkîyê de ji PKK/YPGê re perwerdehîyê dide

Leşkerên Emrîqaya îşxalker, 20 kîlometre li nêzê sînora Tirkîyeyê ji PKK/YPGyîyan re perwerdehîya leşkerîyê dide.

Ekleme: 08.09.2022 10:55:31 / Güncelleme: 08.09.2022 10:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Perwerdehîya leşkerîyê ya ku ji PKK/YPGyê re tê dayîn, ji teref "Hêzê Wezîfeya Hevpar ya Yekgirtî" ve ku bi pêşengîya Emrîqaya îşxalker ve hatîye sazkirin tê dayîn.

Hat îfadekirin ku ji leşkeran re perwerdehîya muşekên barkirîya ya li ser milan ji bona avêtina li erebeyên bi zirh re tê dayîn.

Ji Hêzê Wezîfeya Hevpar ya Yekgirtî yê ku di sala 2014an meha Kanûna Pêşîn de bi pêşengîya Emrîqayê hatibû sazkirin re ji 30yî zêdetir welat alîkarîya personel û teçhîzatê dide.

Emrîqa, ji endamên PKK/YPGê re di bin navê Hêzên Demokrat a Sûrîyeyê de bi beheneya micadelekirina bi DAÎŞê re alîkarîya çek, muhimat û lojîstîka leşkerî dide. (ÎLKHA)