Karkerên demsalî di bin germahîyê de bi 95 TLyî dixebitin

Li Êlihê pîrekên karkerên demsalî ên ku hinekên wan bi tevî zarokên xwe, hinekên wan jî digel 'emrê xwe yên borî di bin vê germa zêde de, rojê bi 95 yewmîyeyê dixebitin û alîkarîyê ji malbatên xwe re dikin.

Ekleme: 07.09.2022 14:20:35 / Güncelleme: 07.09.2022 14:20:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karkerên dermsalî ên li Êlihê ji ber sedema tinebûnî û bahabûnîyê digel vê germahîya Êlihê ya zêde ku mirovan dipijîne, ji bona ku alîkarîyê ji malbatên xwe re bikin bi fîyetên kêm dixebitin.

Karkerên demsalîyê ên ku ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin ku ew di vê tinebûnî û bahabûnîyê de mecbûr dimînin ku di vê şert û mercan de bixebitin, ew îfade kirin ku îdare roj bi roj zêde dibe û zehmet dibe.

Nurîye Ayaza karkerê demsalî di axavtina xwe de diyar kir ku ew di seat 04.00an de tênê nav 'erd û heta 12.00an dixebitin.

NURÎYE AYAZ

"Em ji ber neçarîyê dixebitin"

Ayaz got ku ew sêva kom dikin û axavtina xwe weha domand, "Em di bin tavê de dixebitin, karê me gelek zehmet e. Em ji bona ku mihtacê tu kesê nebin û ji bona rizqê zarokên xwe dixebitin. 4 heb zarokên min hene. Em bi 95 TL yewmîyeyê dişxulin. Îdare zor û zehmet bûye. Em çi dikin nakin nikarin kom bikin. Êdî mirov di têrkirina zikê zarokên xwe de zehmetîyê dikşîne. Em ji ber neçarîyê dixebitin. An na em jî dixwezin di malên xwe de rûnên."

SALÎHA OZTURK

"Em ji bona rizqê zarokên xwe dixebitin"

Salîha Ozturka karkerê demsalî ya dayîka 4 zarokan di axavtina xwe de weha got, "Eger ku di bin tavê de be jî em ji bona rizqê zarokên xwe dixebitin. Em di bin germê de dixebitin. Carna sêvan kom dikin, caran jî gîyayên ku di nav 'erd de ne kom dikin û paqij dikin. Îdare zor û zehmet bûye. Ji ber vê yekê em mecbûr dimînin ku bixebitin. Em di îdareya malê de alîkarîyê dikin."

ELÎF ÇETÎN

"Îdare gelek zehmet bûye"

Elîf Çetîna karkera demsalî di axavtina xwe de diyar kir ku ew ji ber mecbûrîyê dixebitin û axavtina xwe weha domand, "Ez ji bona zarokên xwe yên ku diçin dibistanê dixebitim. Rewşa me ya meddî ne baş e. Kesê ku ji bona me bixebite jî tuneye. Ez di 04.00ê serê sibê de radibim û têmê nav 'erd û ji bona îdareya xwe dixebitim. Îdare gelek zehmet bûye. Ez ji ber mecbûrîyê dixebitim. Ger ku em mecbûr nebûna çi karê me di bin vê tavê û germê de heye? Yewmîyeya me 95 TL ye. 5 zarokên min hene."

FATMA ÇIDAN

"Ji bona ku alîkarîyê ji zilamê xwe re bikim mecbûr im ku bixebitim"

Fatma Çidana karkera demsalîyê jî derheqê kar de axivî û weha got, "Îdare gelek zor û zehmet bûye. Em ji bona zarokên xwe li vê derê dixebitin. Em 8 kes in. Ji bona ku alîkarîyê ji zilamê xwe re bikim mecbûr im ku bixebitim. Yewmîyeya me 95 TL ye. Yewmîyeya me hindike lê ji ber ku em mecbûr in dixebitin. Ez 03.30ê serê sibê şîyar dibim û heta nîvroyê dixebitim." (ÎLKHA)