Di xeta sînorê de pir tivingên nêçîrê û tiryak hat bidestxistin

Wezareta Parastinê ragihand ku, di lêgerînên ku li ser xetên sînora Wan û Colemêrg'ê hat kirin de tivinga nêçîrê û tiryak hat bidestxistin.

Ekleme: 03.09.2022 16:15:33 / Güncelleme: 03.09.2022 16:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku li ser hesaba medyaya civakî ya wezaretê hat kirin de hat gotin ku li ser xetên sînora Wan û Colemêrgê fe'aliyetên lêgerin û sekilînê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, 100 heb tivinga nêçîrê, 20 heb demence, 163 hezar û 047 gram metamfetamîn, 153 hezar û 257 gram esrara toz, 25 hezar û 620 gram eroîn hat girtin. (ÎLKHA)