Weqfa Êtîman berîya vekirina mektebê îhtîyaca bi hezaran êtîman peyda dike

Weqfa Êtîman ê ku ji bo êtîm û sêwiyan çend roj beriya vekirina dibistanan dest bi xebatan kir, armanc dike ku hewcedariyên 3 hezar xwendekaran peyda bike.

Ekleme: 02.09.2022 15:20:35 / Güncelleme: 02.09.2022 15:20:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman ku ji bo êtîm û sêwîyên muhtac li çar aliyê dinyayê bi taybetî li Tirkiye'yê xebatên alîkariyê li dar dixe, bi amadekirina pakêtên alîkariyê yên ji bo sêwî û êtîman zarokên pêşdibistanê kêfxweş dike.

Endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Unsal derbarê alîkariya qirtasîyê ya ku bi şiyara "Yetîmekî jî Tu Bide Xwendin" hat destpêkirin daxuyanî da û ji bo piştgiriya xêrxwazan spasiya wan kir.

Endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Unsal

Unsal gotinên xwe werê domand, "Berîya her tiştî em teşekkurî xêrxwazên xwe dikin. Xwedê bereketê têxe dewlemendiya wan. Ji îro pê ve me dest bi belavkirina malzemeyên qirtasî li sêwî û êtîman kir. Li ser navê xêrxwazên xwe em bûn hevparên ken û şahiyên sêwiyan. Me dixwest ku xêrxwazên me li vir bin, qirtasîyê belav bikin û bibin hevparê vê şahiyê. Lê her çiqas ne li vir bin jî bi tevkariyên xwe alîkariyê didin perwerdehiya êtîm û sêwiyan."

Unsal destnîşan kir ku heta roja vekirina dibistanan ew ê ji bo êtîm û sêwiyan alîkariya qirtasî bidomînin û gotinên xwe werê domand:

"Ez hêvîdarim ku em ê hewl bidin ku li seranserê Tirkiye'yê malzemeyên qirtasîyê bigihînin bi qasî 3 hezar êtîm û sêwiyan. Niha li seranserê Tirkiyeyê xebatên birayên me yên ji bo belavkirina malzemeyên qirtasîyê li sêwiyan berdewam dikin. Bi îzna Xwedê ev xebat heta vekirina dibistanan bidome." (ÎLKHA)