IHO-EBRAR û Ewrûpa Yetîm Elî li Tirkiye'yê malzemeyên qirtasîyê da zarokên belengaz

Sazîyên alikarîyê yên navneteweyî IHO-EBRAR û Ewrûpa Yetîm Elî, di çarçoveya xebatên perwerdehîya sala 2022-2023'an de li Tirkiye'yê alîkarîya malzemeya qirtasîyê bi hezaran xwendekaran kirin.

Ekleme: 01.09.2022 17:05:38 / Güncelleme: 01.09.2022 17:05:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

IHO-EBRAR û Ewrûpa Yetîm Elî'yên ku li pir cihên cîhanê de alîkarîyan dikin malbatên belengaz, ji bo alîkarîyê bik9n xwendekarên mekteban, xebatek dan destpêkirin.

IHO-EBRAR û Ewrûpa Yetîm Elî'yên ku di çarçoveya xebatên alîkariyên qirtasîyê de li Tirkiyeyê destekê dan bi sedan xwendekarên hewcedar, bi hêviya ku alîkarî bigihêje girseyên berfirehtir banga piştgirîkirinê li xêrxwazan kirin.

Nûnerê IHO-EBRAR'ê yê Tirkiye'yê Musa Azak ku têkildarî xebatên alîkariyê daxuyanî da, diyar kir ku li gorî desteka ku wê bidin xebatên wan wê bidomin.

Nûnerê IHO-EBRAR'ê yê Tirkiye'yê Musa Azak

Azak xebatên IHO-EBRAR'ê bi kurtasî wiha got:

Weke saziya alîkariyê ya navneteweyî IHO-EBRAR em hewl didin li gelek welatên cîhanê bibin hêviya mexdûr û sêwîyan. Em alîkariyên xwe bi tevkarîya xêrxwazên xwe malzemeyên alîkariyê yên di warê xida, xwarin, cil, sotemenî û perwerdeyê de didomînin.

Azak bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo alîkariya qirtasî û wiha got, "Di vî warî de, em bi armanca tevkariyê di sala akademîk a 2022-2023'an de li deverên cuda yên cîhanê malzemeyên qirtasîyê belav dikin. Em bi xêrxwazên xwe dibin şirîkê vê xêrê. Em îro li Diyarbekir'ê ne, sibê emê li bajarekî din bin. Em di vî warî de teşekkir dikin ji bo alîkarîya xêrxwazên xwe û em dibêjin ku 'li dinyaya xwe de ji êtîm û sêwîyan re cî vekin'."

Memdûh Emek'ê nûnerê Ewrûpa Yetîm Elî'yê ya Tirkiye'yê got ku Ewrûpa Yetîm Elî weke pira di navbera dewlemend û feqîran de ye û gotinên xwe wuha domand:

 Nûnerê Ewrûpa Yetîm Elî'yê ya Tirkiye'yê Memdûh Emek'ê

Em weke saziya alîkariyê ya navneteweyî Ewrûpa Yetîm Elî hewl didin li gelek welatên cîhanê bibin hêviya mexdûr û sêwîyan. Em alîkariyên xwe bi tevkarîya xêrxwazên xwe malzemeyên alîkariyê yên di warê xida, xwarin, cil, sotemenî û perwerdeyê de didomînin.

Emek bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo alîkariya qirtasî û wiha got, "Di vî warî de, em bi armanca tevkariyê di sala akademîk a 2022-2023'an de li deverên cuda yên cîhanê malzemeyên qirtasîyê belav dikin. Em bi xêrxwazên xwe dibin şirîkê vê xêrê. Em îro li Diyarbekir'ê ne, sibê emê li bajarekî din bin. Em di vî warî de teşekkir dikin ji bo alîkarîya xêrxwazên xwe û em dibêjin ku 'li dinyaya xwe de ji êtîm û sêwîyan re cî vekin'." (ÎLKHA)