Li Wan'ê qeza: 3 birîndar

Di encama qezaya ku li Westan'a navçeya Wan'ê pêk hat de 3 kes birîndar bûn.

Ekleme: 01.09.2022 10:55:37 / Güncelleme: 01.09.2022 10:55:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên hat bidestxistin, 'erebeya bi plakaya 34 DJA 263 ku navê ajokarê wê nedîyar e û ji Tetwan'ê diçû ber bi Wan'ê ve gindirî şerampolê, di encama gindirînê de 3 kes birîndar bûn.

Piştî bûyer qewimî ekîbên tendirustî, cenderme û Amirtîya Kome ya Westan'ê ku girêdayî Şaxa Îtfaiyeyê ya Şaredarîya Mezin a Wan'ê ye hatin sewqkirin li cihê bûyerê.

Birîndarên ku di nava otomobîlê de asê mabûn ji teref wezîfedaran hatin derxistin û bi ambûlansan hatin şandin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)