Di Behra Egeyê de du erdhej li pey hev

Hat destnîşankirin ku di Behra Egeyê de di seat 13.10an de di mezinahîya 5,1an de, di seat 12.56an de jî di mezinahîya 4,7an de du erdhej pêk hatin.

Ekleme: 31.08.2022 14:15:12 / Güncelleme: 31.08.2022 14:15:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Daîreya Erdheja Midirtîya Rewşa Acîl û Afetê daxuyand, li nêzê Kuşadasiya Behra Egeyê, di seat 12.56an de di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdheja duyemîn jî li navçeya Kuşadasiya Behra Egeyê di seat 13.10an de di mezinahîya 5,1an de pêk hat.

Li gorî agahîyan erdhej li bajarên Îzmîr, Muxla û Aydinê jî hatin hîskirin. (ÎLKHA)