Wezîr Soylu: Li Dîyarbekirê 431 kîlo esrar hat bidestxistin

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hindir, daxuyand ku li navçeya Erxenîya Dîyarbekirê di nav erebeyên ku hatin sekinandin de 431 kîlo esrar hat bidestxistin û 2 kes jî hatin binçavkirin.

Ekleme: 30.08.2022 16:40:41 / Güncelleme: 30.08.2022 16:40:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Soylu, di hîsabê xwe yê medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîyê Soylu de weha hat gotin, “Em ê misede nekin ku bila ciwanên me jehrî bibin! Di nav 2 erebeyên şikdar ên ku hatibûn sekindandin de 431 kîlo esrar hat bidestxistin. 2 kes jî binçavî ne.” (ÎLKHA)