Li Ordûyê mînîbûs û erebe li hev qelibîn: 17 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Ulubeya Ordûyê mînîbûs û erebe li hev qelibîn, di encama qezayê de 17 kes birîndar bûn.

Ekleme: 30.08.2022 09:45:14 / Güncelleme: 30.08.2022 09:45:14 / Xeberen Kurdi / Ordu Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûseke rêwîyan yê ku di bin kontrola F.K. de bû li Taxa Akpinara ku girêdayê navçeya Ulubeyê ye li erebeyeke ku di bin kontrola A.Ç. de bû qelibî.

Di encama qezayê de 17 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)