HUDA PAR: Rêya tenê ya qedandina ev îşxal û êrîşan, dawîkirina hebûna îşxalkeran e

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PAR'ê, derheqê rojeva derve de daxuyanî da.

Ekleme: 29.08.2022 17:05:39 / Güncelleme: 29.08.2022 17:05:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emîroglu, di daxuyanîya ku belav kir de derheqê êrîşên îşxalkeran a li Mescîdê Eqsayê û girtina Mizgefta Herema Îbrahîm ji Misilmanan re! de nirxandinan kir.

Êrîşên îşxalkeran a li Mescîdê Eqsayê û girtina Mizgefta Herema Îbrahîm ji Misilmanan re!

Emîroglu di daxuyanîyê de bal li ser qerara rejima îşxalker ya girtina Mizgefta Herema Îbrahîm ji Misilmanan re û zêdebûna êrîşên li ser Mescîdî Eqsayê kişand û weha got:

“Îradeyeke ku li hemberê îşxalkerên ku parêzbendîya îbadetxaneyan binpe dike û li ber çavê Dinyayê ji Filistînîyan re nîjadkûjîyê dike hê nehatîye nîşandan.

Bêdengîya alema Îslamê a li hember bêhurmetîya îşxalkeran ya ji Mescîdî Eqsaya qîbla ‘ewil ya Misilmanan re şermeke mezin e. Welatên herêmê yên ku dev ji şermezarkirina îşxalkeran ya ku xanîyên Filistînîyan li ser serê wan xira dike, zarokan bi wehşetî qetil dike û zilma xwe roj bi roj zêde dike berdane, mixabin ketina nav pêşbirkekî yê ku bi wan re bikevin nav rewşa normalbûnîyê.

Qedandina ev îşxal û êrîşan bi çareserîya dewleta dualî û pêşvebirina minasebetên bi rejima îşxalker re nîne. Minasebetên her şeklî yên ku bi rejima îşxalker re bikeve rewşa normalbûyînê ew ê de’wa Qudsê tenê bihêle û ziîf bike, êrîşên ku li Eqsayê tên kirin ew ê zêde bike, ew ê bi firehbûna îşxal û xirakirinê bi encam bibe. Rêya tenê ya qedandina ev îşxal û êrîşan, dawîkirina hebûna îşxalkeran a di ‘erdên Quds û Filistînê de ye. Di vê çarçoveyê de gerek ji xelqê Filistîn û berxwedanê re alîkarî bê dayîn, hemû minasebetên bi sîyonîstan re bê dawîkirin û meseleya Filistînê di rojevê de bê hiştin.” (ÎLKHA)