Li Wanê du heb xumbere hatin bidestxistin

Li Wanê di encama operasyona ku ji teref polêsan ve hat lidarxistin de 2 heb xumbere û 1 heb jî kumandayê ceryanê hatin bidestxistin.

Ekleme: 29.08.2022 11:05:30 / Güncelleme: 29.08.2022 11:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Midirtîya Ewlehîyê ya Wanê ve hat daxuyandin ku, li giştîyê bajêr xebatên ku ji teref endamên Midirtîya Şubeya Micadelekirina bi Sucên Organîza û Qaçaxçîtîyê ve tên kirin berdewam dike.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di encama xebatên ku di 22-28ê Tebaxê de hatin kirin de; 26 lître eraq, 771 pakêt çixare, 36 hezar makaronên tijî, 210 hezar makaronên vala ên ku tên hesibandin ew tiştên qaçax yên gumrikê ne hatin bidestxistin. Di encama xebatên ku di çarçoveya 6136 SKMyê de hatin kirin de jî 2 heb xumbere û 1 heb jî kumandayê ceryanê hatine bidestxistin. Derheqê 15 kesan de jî miameleyên qanûnî hatin kirin.” (ÎLKHA)