Li Lîbyayê di pevçûnan de 12 kes mirin

Li herêmên Ben Gaşîr û Sarima Trablusa paytexta Lîbyayê di pevçûna di navbera du komên çekdar de heta niha 12 kes mirin.

Ekleme: 28.08.2022 11:05:32 / Güncelleme: 28.08.2022 11:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Lîbyayê alozî û qeyran cardin dest pê kir. Di şer û pevçûnên ku di navbera du komên çekdar ên li herêmên Ben Gaşîr û Sarima Trablusê pêk hatin de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 87 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê bertek nîşanî êrîşan da û  pevçûnan şermezar kir.

Neteweyên Yekbûyî jî da zanîn ku ew ji şerê çekdarî yê li Trablusê bi fikar in.(ÎLKHA)