Di navenda kuçeyê de pevçûna bi çek: 3 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Entabê di navenda kuçeyê de bi çekan pevçûnek pêk hat, 3 kes birîndar bûn.

Ekleme: 27.08.2022 14:35:31 / Güncelleme: 27.08.2022 14:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mesele li Taxa Esentepeya ku girêdayê navçeya Şahînbeya Entabê ye pêk hat. Du komên ku li taxê hevdîtin kirin dest bi şereke ku sedema wê nayê zanîn kirin.

Di demeke kurt de ew şer bi derxistina çekan vegerîya pevçûnê.

Di encama pevçûnê de 3 kesên ku hêj nasnameyên wan nehatine bidestxistin birîndar bûn. Ji cihê ku dengên çekan hatin re jî ekîbên polês û 112yê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Dr. Ersîn Arslan.

Derheqê pevçûnê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)