Li Wan'ê 153 kîloxram metamfetamîn hat bidestxistin

Wezareta Karên Hundurîn ragihand ku, li Wan'ê 153 kîloxram metamfetamîn hatiye bidestxistin ku mîqdara metamfetamîna herî zêde ya li Wan'ê di carekê de hatiye bidestxistin.

Ekleme: 26.08.2022 12:10:20 / Güncelleme: 26.08.2022 12:10:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundurîn ve hat kirin de hat diyarkirin ku, di çarçoveya micadelekirina tiryakê de bi koordînêya Fermandarîya Cendermeyan a Wan'ê û Fermandarîya Tugaya Sînorê ya Piyadeyan a 6'emîn li Gundê Girişk a li navçeya Elbak'ê operasyon hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, di operasyonê de 153 kîloxram metamfetamîn û 154 kîloxram esrara toz hat bidestxistin, hat diyarkirin ku, "Hat qeydkirin ku metamfetamîna 153 kîloxram a ku hat bidestxistin, mîqdara metamfetamîna herî zêde ya li Wan'ê di carekê de hatiye bidestxistin e." (ÎLKHA)