Mînîbûs û erebe li hev qelibîn: 8 birîndar

Li Xarpêtê di encama li hev qelibîna mînîbûsek û erebeyek de 8 kes birîndar bûn.

Ekleme: 26.08.2022 09:20:35 / Güncelleme: 26.08.2022 09:20:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li çarrêya hala zebzeyan a li Ceddeya Cahît Dalokayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa bi plaqeya 23 K 4273yê ya ku seferên Xarpêt-Kovancilarê dikir û erebeya bi plaqeya 23 ACK 268an di çarrê de li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên polês û ambûlans hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)