Welatîyên Iraqî li Êlihê qeza kirin: 3 mirî, 2 birîndar

Di encama erebeyeke qelibîna li qemyoneke li navçeya Hasankeyfa Êlihê de 3 kes canê xwe ji dest dan 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.08.2022 10:30:36 / Güncelleme: 23.08.2022 10:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeyeke bi plaqeya 24 A 7045 a ku ji Iraqê dihat Êlihê doh di seatên êvarê de li pira ku li nêzê rêya Hasankeyfê ye li qemyonekî qelibî.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 3 welatîyên Iraqî canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Bi xeberdayînê ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Êlihê, kesên ku canê xwe ji dest dane jî hatin rakirin mergê.

Pira Hasankeyfa ku ji ber qezayê hatibû girtin, bi rakirina erebeyan cardin ji çûndin û hatinê re hat vekirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)