• DOLAR 32.646
  • EURO 35.423
  • ALTIN 2500.53
  • ...
Welatîyên Iraqî li Êlihê qeza kirin: 3 mirî, 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeyeke bi plaqeya 24 A 7045 a ku ji Iraqê dihat Êlihê doh di seatên êvarê de li pira ku li nêzê rêya Hasankeyfê ye li qemyonekî qelibî.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 3 welatîyên Iraqî canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Bi xeberdayînê ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Êlihê, kesên ku canê xwe ji dest dane jî hatin rakirin mergê.

Pira Hasankeyfa ku ji ber qezayê hatibû girtin, bi rakirina erebeyan cardin ji çûndin û hatinê re hat vekirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir