Li Wanê 4 kes ji ber eraqê jehrî bûn

Hat destnîşankirin ku li Wanê 2 kesên dinê jî ji ber eraqê jehrî bûn û bi wan herdu kesan hejmarê jehrîbûna ji ber eraqê derket 4 kesan.

Ekleme: 22.08.2022 16:35:37 / Güncelleme: 22.08.2022 16:35:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Wanê ji 8 kesên ku ji ber şibheya jehrîbûna ji eraqê hatin rakirin nexweşxaneyê ji wan 2 kesên dinê jî mirin.

8 kesan ku di 19ê Tebaxê de ji ber jehrîbûna eraqê hatibûn rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Wanê û li nexweşxaneyê hatibûn kirin bin tedawîyê.

Hat diyarkirin ku 2 kes doh, 2 kes jî îro mirin. Bi tevî wan 2 kesan hejmarê mirîyan derket 4 kesan.

Tedawîya 4 kesên ku di nexweşxaneyê de ne hêj berdewam dike. (ÎLKHA)