Ji Weqfa Êtîman ji xwendekarên mihtac re alîkarîya cil û berhemên paqijîyê

Weqfa Êtîman, li Efxenîstanê ji xwendarên ku di sêwîxaneyê de perwerdehîyê dibînin re cil û berhemên paqijîyê belav kir.

Ekleme: 19.08.2022 16:30:39 / Güncelleme: 19.08.2022 16:30:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman yê ku di serî de li Tirkîye li çar alîyê dinyayê ji mirovên mihtac re destê xwe yê alîkarîyê dirêj dike, li Efxenistanê jî ji êtîmên mihtac re alîkarîyê kir.

Cil û berhemên paqijiyê ji bi dehan xwendekarên sêwî yên ku li êtîmxaneya ku li paytexta Afganîstan Kabîlê dixebite dixwînin re hatin belavkirin.

Saîd Nurullah Hashemîyê Temsîlkarê Efxenistanê yê Weqfa Êtîman diyar kir ku wan bi bexşên xêrxwazan destê alîkariyê dirêjî xwendekarên mihtac kirin û wiha axivî: "Em îro cil, destmal û berhemên paqijiyê ji sêwiyan ku di sêwîxaneyê de dijîn re belav dikin. Xwedê ji xêrxwazên me razî be.” (ÎLKHA)