Ji ber êrîşa ku li Efxanistanê li camîyê hat kirin hejmara candayîyan derket 21 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber êrîşa doh êvarî li Kabîla paytexta Efxanistanê li camîyekê hat kirin her ku diçe zêdetir dibe.

Ekleme: 18.08.2022 13:20:33 / Güncelleme: 18.08.2022 13:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber êrîşa ku li Mizgefta Sadiqîye hat kirin heta niha 21 kes wefat kirin û 33 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Talîban Zebîullah Mucahîd ji ser medyaya civakî êrîşa ku hat kirin şermezar kir û destnîşan kir ew ê di demeke kurt de failên êrîşên bên girtin.(ÎLKHA)