Karwana Hêvîyê ya Edeneyê xebatên xwe didomîne

Karwana Hêvîyê ya ku ji xebatên xwe re lez da, li Edeneyê ji malbatên mihtac re kolîya xwarinê, goştê sor û çekên danûstandinê belav kir.

Ekleme: 11.08.2022 17:05:34 / Güncelleme: 11.08.2022 17:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cevdet Dîzlekê Alîkarê Serokê Komeleya Karwanê Hêvîyê yê Edeneyê derheqê alîkarîyê de axivî û destnîşan kir ku ew di vê mehê de ji 150 malbatan re kolîyên xwarinê belav kirin, ji malbatên ku êtîmên wan hene re jî bi taybetî ji 30 malbatên ku zarokên wan yên êtîm hene re çekên danûstandinê belav kirin.

Dîzlek di axavtina xwe de ji xêrxwazên ku alîkarîyê didin Komeleya Karwana Hêvîyê re jî sipasîyan kir.

Cevdet Dîzlekê Alîkarê Serokê Komeleya Karwanê Hêvîyê yê Edeneyê weha axivî:

“Em ji xêrxwazên ku bi wesîleya komeleya me alîkarîyê dane re sipasîyan dikin. Û yê dinê jî emê ji bexşvanan re jî bang bikin. Hêvîyekî me ji wan heye. Wek ku hûn jî zanin ku dibistan vedibin. Zarokên ku garantîya sibêroja me ne ew ê vê salê dest bi dibistanê bikin. Di nav wan zarokan de zarokên mihtac jî hene. Malbatên van zarokên me feqîr in, nikarin lazimatîyên zarokên xwe bistînin. Ji bona ku em sibêroja van zarokên xwe bikin bin garantîyê lazim e ku em alîkarîyê ji wan re bikin. Em ji bona ku lazimatîyên wan yên dibistanê bistînin bang dikin. Ger ku di vê çarçoveyê de jî alîkarîyê bikin ew ê gelek baş bibe. Em sipas dikin.” (ÎLKHA)