Yekitiya 'Ereban êrîşên li ser Xezze'yê şermezar kir

Yekitiya 'Ereban, êrîşên rêjîma îşxalker a sîyonîst yên li ser Xezze'yê şermezar kir.

Ekleme: 07.08.2022 10:50:31 / Güncelleme: 07.08.2022 10:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereban Ehmed Ebû Xayt di daxuyaniya ku nivîskî belavkiribû de bang kir ku gerek rejîma îşxalker êrîşên xwe yen li ser Xezze'yê di cih de bisekinîne, Xayt berpirsîyar kir ku rejîma îşxalker sebeba encamên alozîyê ye.

Xayt'ê ku ji bo agirbestê bangî temamê civaka navneteweyî û terefên ku xwedî nifûsek navneteweyî ne kir, got ku berdewamkirina êrîşan ji bo her du aliyan wê encamên nayên texmînkirin derxe holê. (ÎLKHA)