Digel hemû astengîyên rejîma îşxalker li Mescîdî Eqsayê 50 hezar kes nimêja Înê kirin

50 hezar Filistînî digel astengkirina rejîma îşxalker a sîyonîst li derê Bajara Kevn ya Qudsê li Mescîdî Eqsayê nimêja Înê kirin.

Ekleme: 05.08.2022 17:15:40 / Güncelleme: 05.08.2022 17:15:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin bi hezaran şênîyên Quds, Şerîaya Rojava û ‘erdên ku di bin îşxalê de ne digel pêleya germ, astengkirina rejîma îşxalker a ji bo têketina Qudsê û cihên derdorê Mescîdî Eqsayê komî kirin.

Sîyonîstên îşxalker ên ku li ser kuçeyên bajêr û derdorên Mescîdî Eqsa û derên Mizgeftê disekinîyan, ji Filistînîyên ku bi hezaran dihatin Mizgeftê re astengîyê derdixistin û nasnameyên wan ji wan digirtin.

Rejîma îşxalker bi taybetî di rojên Înê de ji têketina Mescîdî Eqsayê ya Filistînîyan re, ji nimêj kirina wan re astengîyê derdixe û daîma sînordarkirinê dike. (ÎLKHA)