Encamên bicihkirinê ya Sîstema Derbasbûyîna Liseyê hat diyarkirin

Encamên hilbijartinên ku ji bo saziyên perwerdehiya navîn/Lîse ên di çarçoveya Sîstema Derbasbûyîna Liseyê (SDL) de hatibû kirin, hat diyarkirin.

Ekleme: 25.07.2022 09:40:31 / Güncelleme: 25.07.2022 09:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Perwerdehiyê Mahmut Ozer, diyar kir ku encamên bicîhkirina navend û herêmî yên di çarçoveya SDL'yê de bi navnîşanên înternetê yên http://www.meb.gov.tr  û http://sonuc.meb.gov.tr/ tên ragihandin.

Wezîr Ozer di berdewama gotina xwe de werê got, "Li SDL'yê ji sedî 95ê xwendekaran li dibistanên xwe yên bijarte hatin bicihkirin, rêjeya cihgirtinê di sê tercihên yekem de di bicîkirina herêmî de ji sedî 94 zêde derket." (ÎLKHA)