Mînîbusa ku karkerên tekstîlê tê de bûn qeza kir: 2 jê giran 7 birîndar

Li Diyarbekirê mînîbusa karkeran li wesayîta li kêleka rê sekinîbû qelibî, di encama qezayê de 2 kes jê giran tevde 7 kes birîndar bûn.

Ekleme: 24.07.2022 14:40:32 / Güncelleme: 24.07.2022 14:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza di saetên êvarê de li cihê Çelikevlera Rêbeja Diyarbekir-Elezîzê pêk hat.

Hat îddîakirin ku mînîbusa bi plaqeya 21 BK 950 û maşîna bi plaqeya 34 FBG 483 dema ku li heman rêyê di halê seyrê de bûn qezaya maddî pêk hat. Piştî qezayê mînîbus li kêleka rê sekinî. Di vê navberê de mînîbusa bi plaqeya 21 S 0314 a ku li ser heman rêyê bû û karkerên tekstîlê tê de bûn, li mînîbusa li kêleka rê qelibî.

Di qezaya ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn, li ser agahiya kesên derdorê gelek ekîbên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û hatin dermankirin. Hate hînbûn ku rewşa 2 ji birîndaran giran e.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)