• DOLAR 34.67
  • EURO 36.87
  • ALTIN 2937.061
  • ...
Mînîbusa ku karkerên tekstîlê tê de bûn qeza kir: 2 jê giran 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza di saetên êvarê de li cihê Çelikevlera Rêbeja Diyarbekir-Elezîzê pêk hat.

Hat îddîakirin ku mînîbusa bi plaqeya 21 BK 950 û maşîna bi plaqeya 34 FBG 483 dema ku li heman rêyê di halê seyrê de bûn qezaya maddî pêk hat. Piştî qezayê mînîbus li kêleka rê sekinî. Di vê navberê de mînîbusa bi plaqeya 21 S 0314 a ku li ser heman rêyê bû û karkerên tekstîlê tê de bûn, li mînîbusa li kêleka rê qelibî.

Di qezaya ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn, li ser agahiya kesên derdorê gelek ekîbên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û hatin dermankirin. Hate hînbûn ku rewşa 2 ji birîndaran giran e.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir