Li Haîtîyê di navbera çeteyan de pevçûn: 21 mirî

Piraniya 21 kesên ku li Haîtîyê di şerê di navbera çeteyên hevrik de hatin kuştin, bi satoran hatin kuştin û bi saxî hatin şewitandin.

Ekleme: 24.07.2022 14:25:30 / Güncelleme: 24.07.2022 14:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Petite Rivière ya beşa l'Artibonite ya li bakur-navendî Haîtîyê dimîne di navbera çeteyên çekdar ên dijber de pevçûn qewimî.

Rêxistina mafên mirovan Collectif Defenders Plus ragihand ku di pevçûnan de heta niha 21 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Anthonal Mortimé, yek ji rayedarên rêxistinê, tekez kir ku gelek ji qurbaniyan bi satoran hatin kuştin û bi saxî hatin şewitandin.

Mortimê diyar kir ku hin kesên ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane kesên bêguneh in ku ti têkiliya wan bi çeteyên hevrik re tune ye.

Di hefteya duyemîn a Tîrmehê de şer û pevçûn di navbera çeteyên hevrik de qewimîne û li gorî Neteweyên Yekbûyî hejmara kuştî û birîndaran derket 234’an. (ÎLKHA)